
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê û çend rêkxiravên medenî, çandî û jîngeparêzî li Rojhilatê Kurdistanê bona baykotkirin a hilbijartinên Serkomarî û şêwraya gund û bajaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, daxuyaniyek belav kirin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Li heyamê 42 salên derbasbûyî de, rûkê rast ê binav hilbijartinên rejîma Îslamî daye xuya ku ew sîstem ti core azadî û demokratîkbûnek têde nayê dîtin û ew hilbijartin bi tenê rewatîdan bi desthilata wan bi xwe ye û dengdana xelkê ti core guherînekê li wê sîstema gendel de naafirîne û bi tenê cihê moreyên rejîmê têne gohertin.
Ew kesên ku mohra erêkirina wan ji aliyê Şêwraya Nigehban ve têne lêdan û dikarin ji wê fîlterê derbas bibin, hatina wan li ser kar ti cudatiyek bo rejîmê tinîne û ew girte vîdiyoyên ku ji gengeşeyên wan li ser kanala televizyonî ya deng û rengê Îranê têne belavkirinê, bi tenê bona xeletandina û xapandina dubare û girêdana çavê xelkê ne. Her li wî cihê de bû ku, serkomarên berê wekî “Ehmedînijad û Rûhanî” sozên çewt belav dikirin.
Rejîma Îslamî bo vê yekê ku şanoya hilbijartinan bi germ û gur nîşan bide û wa bide xuya ku gelek xelk beşdarê hilbijartinê bûne û hêj xelkê bawerî bi rejîmê heye!, hilbijartinên şêwraya gund û bajaran tevlî hilbijartina Serkomariyê kirine û bi eşîretbaziyan û beşdarî û nivîsandina navê hejmareke kesên neşareza li şanoya şêwraya bajar de, dixwaze hilbijartinan bo cîhana derve bi germ û gur bide nîşandan û bi wî awayî rewayî bi desthilata xwe bide.
Xelkê hişar û çavvekiriyê Kurdiostanê!
Dengdan bi wê rejîmê, dengdan bi mana zêdetir a wê sîstema dîktator û totalîter e ku bawerî bi ti core mafê gelên zulimdîtî yên Îranê tinîne. Dengdan mohrlêdana me bona kuştina wan kolberan e ku bona bijîva jiyana xwe ew rêya dijwar hilbijartine; Lewma beşdaîkirin li hilbijartinan de pesendkirina hemû cinayetên rejîmê ye.
Beşdarîkirin li hilbijartinê de çavpoşîkirin ji îdamkirina xortên me û binçavkirinên zêdetir ên çalakvanên çandî û medenî ye. Dengdan bi berdewamiya bilindbûna nirxan û zehmetiyên zêdetir ên xelkê ye.
Bi baykotkirina wê şanoyê, nerizayetiya xwe li hember bêkarî, hejarî, bilindbûna nirxan, serkut û … nîşan bidin û “NE”yeke mezin bi komara îdamkirinan bibêjin.
Dengneda me Kurdan, dengdan bi nemana Komara Îslamî ye.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê û çend rêkxiravên medenî, Ferhengî û jîngeparêziyê Rojhilatê Kurdistanê