Eşîrên weke “Şebexş, Çarîzihî, Gumşadzihî, Melekî, Melazihî, Reîsî û Rend”, di bersiva îdamkirina bikom a ciwanên Belûç yên di girîgehên Îranê de, daxuyaniyek belav kirin.
Di beşek ji wê daxuyaniyê de hatiye: “Îdamkirina ciwanên Belûç bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber e lê, ev tenê hincetgirtin a desthilatê ye û armanca wê kiryara rejîmê, tenê komkujkirina ciwanên Belûç e.
Di heyama 5 rojên derbasbûyî de, 18 ciwanên Belûç di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin û rêjeyek zêde jî, cezayê Îdamê li dijî wan hatiye sepandine û çavnhêrê birêveçûna wî cezayî ne.