Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn nûnerên Kongireya Amerîkayê gotine ku nabe “Esedullah Esedî” bo Îranê bê zivirandin

12:14 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2022

Çendîn endamên Demokrat û Komarîxwazên Kongireya Amerîkayê bi nameyekê bo serokwezîrê Biljîkê daxwaz kirine ku, parlemana Biljîkê digel her lihevhatinenekê digel rejîma Îranê ku bibe sedema zivirandina terorîstên Îranê, dijayetiyê bike.

Di nameya wan 13 endamên demokrat û komarîxwazên Kongireya Amerîkayê de îşare bi rola “Esedullah Esedî” li pîlana terorîstî ya rejîma Îranê li Ewropayê hatiye kirin û daxwaz ji parlemana Biljîkê kirine ku digel her lihevhatinekê bona veguherîna terorîstan digel kesên du nasnameyî ku bi awayekî cihê şik û gumanê hatine binçavkirin, dijatiyê bikin.

Herwisa Saziya Lêbihorîna Navnetewî ya Welatên Yekgirtî “Amnesty International” tevî hişdarîdan bi dewleta Biljîkê, daxwaz ji wan kiriye bi lezgînî garantiyê bidin ku reşnivîsa taybet bi veguherîna binçavkiriyan a di navbera Îran û Biljîkê de, yasayên navnetewî yên mafê mirovî binpê nake”.

Rejîma Îranê bo bandorxistin li ser welatan û herwisa cîbicîkirina beşek ji bernameyên xwe û rizgarkirina terorîstên binçavkirî yên girêdayî rejîmê, welatiyên biyanî bi taybet welatiyên ku du nasnameyî ne, binçav dike û weke barimte û karta givaşê bi kar tîne.

Rejîma Îranê di vê dawiyê de zêdetirîn hewla xwe bo bandor xistin li ser welatên Biljîk û Swêdê dide.