Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekarî û veşartina amara belavbûna vîrûsa Koronayê ji aliyê rejîma Îranê ve dê tirajîdiyên mirovî biafirîne

11:02 - 25 Şibat 2020

Bi nav nûnerê bajarê Qumê li meclisa rejîma Îranê, Ehmed Emîr Abadî Ferahanî, baskiriye ku di bajarê Qumê de, 50 kes ji tûşbûyê vîrûsa Koronayê bûne qurbanî û min navê 40 kesan, bo Wezareta Tendurist ya Îranê şandiye, lê Wezareta Tendurist a rejîma Îranê ew red kiriye, û Cihgirê Wezirê Tendurist ya Îranê, Îrec Herîrçî, ew gotin bi derew daye xûya û gotiye: “Hekî nûnerê bajaraê Qumê wê îsbat bike ezê dê dest ji kar bikêşim.

Nûnerê bajarê Qumê, bi şandina 40 nav û dosya wan nexweşan daye zanîn ku ew amara şandî rast e û ji Cihgirê Wezîrê Tendurist xwest ku dest ji karê xwe berde.

Eve di halekê de ye ku, rejîma Îranê rastiyên wê vîrûsê dernaxe û bi hemû awayekî dixwaze rastiyan weşêre.

Pêka amarên ku rejîma Îranê belavkirine, 12 kes bi sedema vîrûsa Koronayê bûne qurbanî û 47 kes jî tûşê wê vîrûsê bûne.

Rejîma Îranê bi kêm nîşandana wan amaran, dixwaze asta tirajêdiya xelkê Îranê weşêre ku bi xwe berpirsê wê rewşa aloz e.