Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ceza bidarvekirina 3 girtiyên siyasî ên Kurd hat helweşandin

20:26 - 5 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Ceza Mensûr Arwend, Elî Efşarî û Hebîb Efşarî sê zîndaniyên siyasî ên Kurd mehkûm bidardekirinê hat helweşandin.
Kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, Elî Efşarî û Hebîb Efşarî du hemwelatiyên xelkê bajarê Mihabadê ku 3 sal berî niha ji aliyê dozgeriya Înqilaba vî bajarî ve cezaya îdamkirinê bi ser wan de hatibû sepandin, cezaya wan het helweşandin û cardin tên dadigahîkirin.
Çavkaniya han diyar kir: Ji aliyek din ve Mensûr Arwend girtiyeke din ê siyasî yê Kurd zecaya bidarvekirina wî hat helweşandin û dîsan tê dadigahîkirin.
Mensûr Arwend hemwelatiyê Kurd xelkê Mihabadê li Cozerdana 1392\'a Rojî, li mala xwe de hat destbiserkirin û bi tometa muharibe li rêya alîkarî tevî partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îslamiya Îranê li meha Xermanan a 1391\'a Rojî ji aliyê liqa yeka dozgeriya Înqilabê ve cezaya dardekirinê bi ser de hatibû sepandin.