Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ceza kirina Beşar Esed di nav gumanan de

13:49 - 14 Îlon 2013

Adil Moradî
Eva çendîn mehê ku bi ser yekem meşên nerazîbûnê û xebata rewa ya xelkê Sûriyê dijî rejîma gendel û serberedayî ya Beşar Esed re derbaz dibe. Di vî heyamî de bûyerên karesatbar û xwenîn çêbûn ku hundira mirovên bi vîjdan dihejînin.

Kimyabarana vê dawiyê ya derdora Dîmeşqê di çend rojên derbazbûyî de yek ji girîngtirîn basên rojeva siyasî di deverê û cîhanê de bûn ku tirsa destpêkirina şerek din di deverê de anîn holê ku dikare şûnwarên vê bo heyamek zaf pirîşkên agirê şer di deverê de hilbiket.

Di dirêjiya qirkirina xelkê sivêl û bêgûneh û dirindehiya şerê Sûriyê û kimyabarana roja Çarşemî 21’ê Tebaxê bo ser devereke derdora Dîmişqê ku zêdetir ji 350 kes hatin kuştin û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bûn, gihişte ev qasê xwe. Piraniya goriyên vê êrîşê jî jin û zarokên bêguneh û xelkê medenî bûn ku jiyaneke pirr ji metersî di navbera du bereyên şer de derbaz dikin.

Lê eva yekem car nine ku tawaneke bi vî awayî di dîrokê de rû dide, û bêguman heya ku ew rejîma tawanbar û gendel li ser kursiyê deshilatê bin, dawî mînak jî nabe.

Di vê rastayê de dewelatên rojavayî bi rêbertiya Amerîkayê bi tawanbarkirina rejîma Esed bi çekên komkuj dixwazin ku êrîşeke leşkerî bikin ser vî welatî, lê ast û çawaniya vê êrîşê hêla ne zelal e.
Yek ji kêşeyên Amerîkayê li êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê kirîza aborî ya cîhanî ye ku Amerîka û welatên din di gel berbirû bûne, û sîbera vê kirîzê giraniyê dixe ser milê hemwelatiyên wan welatan.

Ji aliyeke din ve, ezmûna şerê Efxanistan û Îraqê û domhebûna wan şeran bûye sedema vê ku welatên rojavayî bi parêz ve bereyeke din ya şer bi taybetî di cînaretiya Îsraîlê de veke, ku li raserî dîroka malbata Esed de, heya niha jî ewlehiya sînorên vî welatî parastî bûye.

Ji aliyeke din ve Amerîka û hevpeymanên wê bona êrîşa leşkerî bi dijî Sûriyê di gel nebûna altirnatîveke dilxwaze xwe berbirû ne. Girûpên opozisyonê dijî sekolar û dijî rojava ne, û bi tu awayî şiyana birêvebirina vî welatî tuninin, ezmûna rojava bo altirnatîvsazî li Îraq, Lîbî, Tunis û Misr jî eşkere kiriye, ku ne tenê her ewlehî û aramî bo siyasetvanên rojavayî bi cih neaniye, belkû bixwe kêşesaz bûye, destpêkirina şerek din di herêmê de bo Rojava û Amerîka karekî hêsan e, lê kontrolkirin û birêvebirina wê li gorî bername û pilanên wan dijwar û çavnihêrnekirî ye. Herweha destêwerdana Îsraîlê di şereke weha de nîgeraniyeke din ya Amerîka û hevalbendên wê ye. Hekî Îsraîl bikeve nav şerek weha de, wê demê şerê Sûriyê berfirehtir dibe.

Rejîma Îranê jî yek ji aliyên şer di Sûriyê de ye, û Sûriyê tenê welatê Erebî ye ku di destpêka hatine serkarê ya rejîma Îranê de, pêwendiyeke nêzîk bi Îranê re hebûye, û tenê hevalbendê sitratejîk ê Îranê di heyamê çend salên borî de bûye.

Sûriye bo rêberên Îranê rawestgehek bo şandina terorîstan bo cîhana derve û şandina alîkariyên madî û mirovî, û çekdarî û locîstîkî bo Hizbullaha Lubnan û taqmên Felestînî û ...hwd bûye. Hebûna sipaha Quds û Hizbullaha Lubnan li şerê Sûriyê û şandina çek û teqemeniyan û alavên leşkerî bo vî welatî ji tu kesî veşartî nine. Li gorî raporên bawerpêkirî li destpêka şerê Sûriyê de heya niha Komara Îslamî zêdetir ji 17 milyon dolar yarmetiya bê hember daye Sûriyê. Di 34 salên borî de Îran bo Sûriye bankek tejî dolar û petrola bi xorayî bûye ku bi dilê xwe bi kar anîne, lê li egera êrîşa leşkerî ya Amerîka û hevalbendên wê bo Sûriyê, Îran ji bilî zêdekirina alîkariyên malî û çekdarî, geşkirina zêdetir ya şerê ragehandinê karek din nikare, û li şiyana wê de nine ku destêwerdana leşkerî ya raseterast zêdetir ji ya ku heya niha kiriye bike. Herweha li êrîşa bo ser Sûriyê bi pêngaveke giring bo sekinandina sitratejiya rejîma Îranê û lawazkirina Hizbulahê li herêmêm de tê hesibandin, ev pêngav ji aliyê Îsraîlê ve jî piştevanî jê tê kirin, serbarê vê ku rejîma Îranê û şexsê Xamineyî êrîşa bo ser Sûriyê wek karesatek bo welatên rojawayî dihesibînin ku encama wê wan jî tevlî xwe dike, lê hêzêzn hevalbendan bi başî vê yekê dizanin ku di rewşa niha de rejîma Îranê nikare destêwerdaneke rasterast bike, û piştîvan û hevalbendên Sûriyê û bi taybetî Rûsiyê tenê dijkiryarên siyasî ji xwe nîşan didin, û li rewşa niha ya hevsengiya hêzên de, xwe tûşî şereke weha nakin. Ya ku rohn e, pêngaveke bilez û bi kiryar bi dijî rejîma Beşar Esed hewcehiyek bilez û ji nişkêve ye, lê dem, çawanî û şûnwarên wê çavnihêrnekirî ne.