Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya 25 sal zîndan û dûrxistin bi ser welatiyekî Kurdistana Rohelatê

16:57 - 9 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Xurtekî Kurd yê xelkê Kirmanşanê ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îranê ve bi 25 sal zîndan û dûrxistin bo girtîgeha Mînabê li parêzgeha Hormuzganê het mehkûm kirin.

Efşîn Sohrabzade yê temen 23 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi sûça endametî li yek ji partiyên Kurdistanî yên dijberî Komara Îslamiya Îranê, ji aliyê dadgeha Şoriş a bajarê Sinê bi 25 sal girtîgehê û durxistin bo zîndana bajarê Mînabê li parêzgeha Buşêhrê hate mehkûm kirin.
kempêna navdewletiya mafê mirov li Îranê ragehand, girtiyê Kurd 14 mehan beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bo zîndana navendiya bajarê Mînabê hate veguhastin.
Efşîn Sohrabî roja 7’ê Hezîran a 2010’an de li rêya navbera Sinê-Seqizê ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Kamiyaranê hat girtin û jibo Îdareya Îttlat a bajarê Sinê hate veguhastin.

niha çendîn girtiyê siyasî û sivîl yên Kurd wek: Kemal Şerîfî, Selah Mistefapûr ku pitir ji 20 sal zîndan bi ser wan de hatiye sepandin bo girtîgeha Buşêhrê hatine durxistin.
Çavdêrên siyasî li ser vê baweriyêne ku Komara Îslamiya Îranê bi armanca taybetî û dixwaze bi vî awayî girtiyên Kurd di nava wan girtîgehan de li temenê ciwaniyê de tûşî nexweşîyan bike û bi wî awayî wan linav bibe.
Girtîgeha Mînab yek ji girtîgehên ku li rewşekî pir xiran de ye û çalakiyên mafê mirov li ser vê bawerê ne rejîma Îranê bi enqest ew girtiyane bo wê girtîgehê dibe.

Heyamek beriya niha girtîyek siyasî yê kurd û xelkê bajarê Seqizê binavê “Mihemed Zînetî” temen 31 salî û kurê Mensûr, li zîndana bajarê Mînabê tûşî nexweşiyê hatibû ku seva pêranegihîştina pizîşkî cane xwe ji dest da.