Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya nexdî, bû sedema can ji dest dana hemwelatiyekî Kamyaranî

19:23 - 16 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd xelkê bajarê Kamyaranê bi navê “Ebdullah Wêzerî” seba cerîma nexdî ya yek mîlyard Tûmenî ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve, sekta dil lêda û di encam de canê xwe ji dest da.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Ebdullah Wêzerî naskirî bi Ebdulla Yûzî di dema kirîn û firotina kala û kelupel bûye ku ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin û pişkek ji kelupelên wî jî dest bi ser de girtin.
Hemwelatiyeke hayîdar di vê bûyerê de bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihand: Du rojan berî niha ragihandina hukma dadigha, navbirî cezaya nextî ya yek mîlyard Tûmanî bi ser de sepandin ku bi bîstina vê nûçê her li cih de tuşî sekta dil bûye.
Li gor vê raporê roja Înê 15’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, Ebdullah Yûzî seba sekta dil canê xwe ji dest daye.