Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya şofêran di Merîwanê de diyardeyeke nû ya rejîma Îslamiya Îranê

20:29 - 22 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Heyameke polîsên hat û çun li bajarê Merîwanê dest bi cerîmekirina şofêran kiriye û ev kiryare narizayetiya xwediyên şofêran lê çêbûye.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, polîsên hat û çun li bajarê Merîwanê bi awayeke nayasayî dest bi cerîmekirina şofêran bi hinceta rawestana tirombêlan li cihên qedexekirî, kiriye.

Ew herekete heyamê sê heftiyan e domdike û pitir tirombêlên ku devra meydanê rawestane, ketine ber cezaya nexdî.

Yek ji şofêrên ku hatiye cerîmekirin bi malpera Kurdistanmedia ragehand, polîsên hat û çunê bê evê ku sebebek hebe dest bi cerîmekirinê kirine û ev cihên ku tirombêlan cerîme dikin tu tebloyên qedexekirinê nehatiye lêdan.

Ew hewla polîsên hat û çuna bajarê Merîwanê narizayetiye şofêran lê kevtiye û bi hinceta dûrde çûna wan cerîmane serdana nawendên pêywendîdar bi rejîma Îslamiya Îranê kiriye.