Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîgirê sekreterê giştî yê PDK Îranê li gel sinatorekî sinaya Feransê civiya

14:33 - 6 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Xosro Ebdullahî berpirsê pêwendiyên PDK Îranê li Feransê, hevdîtinek li gel sinator Mîşêl Pî Yû endamê pêwediyên biyanî yê parlemana Feransê pêk anî.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî berwar 4\'ê Hezîran a 2013\'an, rêzdar Hesen Şerefî li civînê de li gel endamê komîsyona pêywendiyên meclisa Feransê û cîgirê bizava ewlahiya Ewropa, komek bas û mijarên pêywendîdar bi doza Kurd, Îran û devera Rojhelata Navîn gengeşekir.
Binpêkirina mafê mirov li Îranê, pirugirama navikiya rejîma Îranê, rewşa siyasî, abûrî û civaka xelkê Îranê tewerek ji hevdîtina Şerefî û Pî Yû bû.

Kargeriya gemaroiyan bo ser rejîma Îranê û givaşên ser gelê Îranê, şanoya hilbijartinan, xebata netewe a Kurd û qeyrana Sûriyê û desttêwerdana rejîma Îranê li karubarê vî welatî pişkek din ji basên civîna cîgirê sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û sinatorê Feransê bû.

Di vê rûniştinê de bas ji rewşa opozîsyona Îranê hatkirin û mijara yekitî û hevdengî jî hete gorê.

Rêzdar Hesen di vê pêwendiyê de bas ji astengî û arîşeyên ser rêya yekgirtina opozîsuona Îranê kir û koma deng jî bi hevceyekî dîrokê zanîbûn.

Hesen Şerefî li vê hevdîtinê de bas li kongira netewên Îrana fîdral û lihevhatina PDKÎ û Komalê kir û herweha bas ji vê kir ku PDK Îranê li hewla vî de ye hevdengiyek navbera opzîsyona demokrat û çepa Îranê de hebe.