Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Wezareta Tenduristî yê Rejîmê gotiye, rêjeya geşeya nifûs di Îranê de dê bigije bi sifir

18:31 - 4 Gulan 2021

Cihgirê Wezareta Tenduristî yê Rejîmê “Mihemed Îsmaîl Ekberî”  gotiye, bûyerek ecêb li derheq nifûsa  Îranê de  diqewime ku cihê qebul kirinê nîne, niha rêjeya jidayêkbûn di hemû Îranê de gehiştiye nêzî %1.6an,  bi wî awayî hemû nifûsa Îranê dê ji nav here.

Pêka gotinên navbirî, rêjeya nifûsa kalbûyan li niha ve heta 20 salên din yê 2 beranber zêde bibe.

wî karbidestê rejîmê gotiye: “Nêzî 1 miliyon û 300 hezar zarokberçûn a jinan li Îran de heye ku nêzî bi 530 hezar zarok bi awaya bizane bûn hatine liberbirin.

Herwisa navbirî gotiye, bervajiyê berevirdên ceribandinên pêwendîdar, hin caran heta %26an zarokberbirin heye.

Ceribandinên pêwendîdar bi zarokan û libarbirina wan mijarek e ku, di çarçoweya terha bi ciwankirina nifûsê û piştîwanî ji malbatan, di meclisê de hatiye baskirin lê ji aliyê civatgeha pizîşkiyê ve dijayetî digel vê terhê hatiye kirin.