Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Wezîrê Perwerdehiyê: Sîstema germkirinê ya 136 hezar polên xwendinê standard nînin

12:48 - 27 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Cihgirê Wezîrê Perwerdehî û fêrkariyê û Serokê Dezgeha Nûjenkirina Xwandingehên Îranê ragehand, sîstema germkirina 136 hezar polên dersên me standard nînin, û her bîstekê dibe em çavnihêriya karesatekê bin.

Mêhrulla Rexşanîmêhr, rêkefta 6-ê Rêbendanê ji nûçegihaniya Hikûmetî a “ISNA”yê re got: Gelek ji wan xwendingehane hewcehî bi girîngîpêdana micid hene, li parêzgehên sînorî yên wekî Sîstan û Belûçistanê.

Rêkefta 27-ê  Sermawezê, bi sedema wegeriyana soba neftê li xwendingeheke seretayî li Belûcistanê çar xwendekaran canê xwe ji dest dan, û piştî wê rûdawê Cihgirê Komîsiyona Fêrkarî û Lêkolînên Meclisê ragehand, ku du li ser sê a xwendingehên Îranê hewcehî bi nûjenkirinê hene.

Pêştir jî birêveberê giştiyê Îdareya Perwerde û fêrkariya parêzgeha Sine ragehand, 528 polên dersdanê li xwendingehên wê parêzgehê, bi sobeya nefta nastandard têne germkirin, û 30% ji cihên fêrkariyê jî nastandard in.

Reşî Qurbanî ragehand: Niha 237 xwendingeh li wê parêzgehê de hene ku pirmetirsî û di rewşeke nebaş de ne, û hewcehî bi girîngîdaneke micid hene, bi wê wateyê ku nezîkê 400 miliyard tûmenî pere hewce ye, heta bêne nûjenkirin.

Pêştir li Banemera îsal de wî berpirsê hikumetî ragehandibû, 2 hezar û 700 awahiyên perwerdehiyê di wê parêzgehê de hene, ku standarda wan di asta normal de nine, û di gel kêmiya hewcehoyan berbirû ne.

Herçende ew amarane weke beşek ji çalakvanên ferhengî dibêjin, dûr in ji rastiyê, û rêjeya xwendingehên kevn û têkçûyî  gelek ji wê jî zêdetir in, lê hekî heta ew amarên hikûmetî jî bikine pîvan, em  dibînin ku metirsiya Şînawê û qurbaniyên din jî heye.

Pêştir jî di sala 1391`an de, agirgirtina soba neftê li xwendingeheke keçan de li Şînawê a ser bi Pîranşehrê, bû sedema birîndarbûna nêzîk bi 30 xwendekaran, ku mixabin 2 kes ji wan canê xwe ji dest dan.

Keçên Şînawê, piştî 7 sal jiyana digel birînên xwe yên kûr, ku bîranîna wê rûdawê nexweştirîn rûdawa jiyana wan e, heta niha jî bi tewawî nehatine çareserkirin, û berpirsên Rejîma Îranê jî ji hinartina wan bo derveyê welat, bi hêceta hebûna dermanên hewce di nav Îranê de, amade nînin keçên Şînawê bişînin derveyî welat.