Kerîm Perwîzî
Di hinek ji kultura neteweyan de, dema ku kesekî wan ê ezîz koça dawiyê dike, tenê sê rojan jê re taziyê dadinên, û merasimê jê re digrin. Hindek kultur jî hene, ku tenê merasimeke taybetî di roja bi axê spartinê de digrin, û êdî taziya domdirêj jê re nagrin. Di yek ji welatên Amerîkaya latîn de jî, di salê de rojek hene bi navê roja miriyan, ku di vê rojê de, hemû xelk diçin serdana goristanê û mêhvandariyê li ser gora ezîzên xwe ên jidestçûyî didin.
Di Îranê de, bi taybetî di hinek ciyan de, merasimên taybet bo koçkiriyan zor in, ji birêkirin û bi axê spartinê ve bigre heya sê rojik û heftik û çile û salvager û …hwd.
Dema ku malbatekê ew tazî hebe, ew qas merasim têne girtin, îca hekî xelkê welatekê û neteweyên wê tûşî bêçareyî û êşeke weha bin, gelo wê çiqas merasimên şîn û taziyê bêne girtin?
Eva çil sal in, ku xelkê Îranê tazîdar in, û hemû salekê di zivistanê de, ew şîna wan nû dibe, û birînên wan dikelin, û xwîn li ber wan diçe.
Hemû salekê di roja hatina vê taziyê de, rejîma deshilatdar cejna serkevtinê bi ser azadiyê de digre, û li dewra gora azadiyê kom dibe, û mêhvandariyê dide, di heman demê de, xelkên Îranê û neteweyên belengaz jî, bi dizî ve, û di mal de tazîdar dibin li dewra nîşan (hêma) û têhniyên azadiyê, ku çil sal in ji wan hatiye dizîn, û hatiye binaxkirin.
Rejîma Îslamiya deshilatdar di Tehranê de, renge xwe ji bo wan hemû tawan û hovîtiyên ku di pêxema mana xwe de kirin, amade nekiribûn, û her wekî ku ew dêwê ji Ewropayê ve hatî got, di rejîma wan de komonîst û bêdîn jî azad dibin! Lê dema ku çûne ser textê deshilatê, û kultura paşvemayî ya xelkê dîtin, ku çawa pêşwaziyê jê dikin, êdî timayiya wî çû deshilata heta-hetayî, û dema xelkê wêneyê wî di nav heyvê de didîtin, wî hewl dida ku heyvê ji wan bidize.
Çil sal in ku xelkê Îranê li dewra gora azadiyê de şîn û taziyê digrin, û rejîm jî govend û dîlanê digre. Lê êdî di vê kultura nav Îranê de, derbazbûna çile, dawiya dewranekê û destpêka dewraneke din e. Niha êdî çile derbaz dibe û xelkê hêviya xwe bi vê rejîmê ve girê dane, û rejîm jî reşatiya mergê xwe bi çavên xwe dibîne.
Lê ji mergê rejîmê girîngtir, mergê kultura paşvemayî û faşîstî ye ku rê nehête dan, cardin wêneyê tu kesî di heyvê de bihê dîtin.