Piştî şikesta danûstanên di navbera Komara Îslamî û Amerîkayê li Îslamabadê, Artêşa Îsraîlê asta amadebaşiya xwe bilind kiriye û vegeryaye bo rewşa pêş êrîşên 9ê Reşemê.
Li gorî medyayên Îsraîlî, Eyal Zemîr Spahsalarê Artêşa Îsraîlê, roja Yekşemî 23ê Xakelêwe fermana bilindkirina asta amadebaşiyê daye.
Ev pêngav piştî vê hat ku danûstandina 21 demjimêrî ya di navbera Têhran û Waşingtinê bê giheştin bi rekeftinekê dawî pê hat.
Bênyamîn Natanyaho tekezî kire ser rûbirûbûna bi Komara Îslamî û got êrîş wê her berdewam be û Îsraîl micid e li ser jinav birina gefên mûşek û etomî.
Hinek çavkaniyan jî li egera despêkirina şer behs li egera êrîşên dijvar û zêde kiriye.
Tevî wan gefan, agirbesta demkî heya niha berdewam e, lê pêşerojê bi nediyar dide xûya.