Li ser daxuyaniyên Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, yên derbarê ku Brîtaniya û welatên din wê keştiyên xwe yên mînpeydaker bişînin Tengava Hormozê, hikûmeta Brîtaniyayê ragihand ku hewildanên wê yên ji bo avakirina "hevpeymaniyeke berfireh" bi beşdariya Firansa û hevkarên din re ji bo mîsogerkirina ewlehiya derbasbûna ji vê avrêyê berdewam dikin û di vê siyasetê de tu guhertin çênebûne.
Berdevkê hikûmeta Brîtaniyayê roja Yekşemê di axaftinekê de ligel CNNê diyar kir: «Em hîn jî piştgiriya azadiya keştîranî û vekirina Tengava Hormozê dikin; tiştekî ku ji bo piştgiriya aboriya cîhanî û kontrolkirina lêçûnên jiyanê li hundirê welat, demûdest pêwîstiya me pê heye.»
Meha borî jî, serokwezîrê Brîtanyayê, ragihandibû ku «sîstemên me yên pêçkirina mînan niha li herêmê ne.»
Daxuyaniyên Trump derbarê hebûna mînhilgirên Brîtaniyayê li Tengava Hormozê piştî wê yekê hatin ku wî ragihandibû ku hêza deryayî ya Amerîkayê wê dest bi dorpêçkirina vê avrêyê bike. Lê belê, li gorî têgihîştina CNNê, Brîtaniya wê beşdarî operasyona dorpêçkirina deryayî nebe.