Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêdarêdana herî kêm 1639 kesan di sala 2025an de li Îranê

15:20 - 13 Nîsan 2026

Du saziyên mafên mirovan di raporekê de ragihandin ku Komara Îslamî di sala 2025an de bi şêweyekî berfireh û bêwêne girtî sêdarê dîtine; her wiha asta herî bilind a bidarvekirinan di navbera neteweyên Kurd û Belûç de bûye.

​Rapora hevpar a rêxistina "Mafên Mirovan a Îranê" û "Bi hev re dijî cezayê sêdarê" nîşan dide ku di sala 2025an de, herî kêm 1639 kes ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hatine sêdarêdan. Ev hejmar di 36 salên borî de bêwêne bûye û nîşanderê zêdebûna %68 li gorî sala berê ye.

​Li gorî van amaran, Komara Îslamî herî kêm rojane 4 kes sêdarê dane; pêvajoyek ku bi gotina berpirsê Mafên Mirovan a Îranê, bi mebesta afirandina tirs û xofê û rêgirtin li serhildana nerazîbûnên nû tê meşandin.

​Ew rapor tekez dike ku di nav qurbaniyan de 48 jin têne dîtin û gelek ji wan jî bi tohmetên siyasî, ji wan "sîxurî", hatine sêdarêdan.

​Di wê rapora hevpar de hatiye diyarkirin ku du neteweyên "Kurd" û "Belûç" ji neteweyên din zêdetir û bi şêweyekî sîstematîk ji aliyê Komara Îslamî ve hatine serkutkirin û sêdarêdan.