Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sentkom: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê êvara duşemê dest pê dike

15:28 - 13 Nîsan 2026

Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihandin ku ji bo bicîhanîna fermana Serokkomar, ji saet 10:00ê sibehê ya roja 13ê Nîsanê bi dema Rojhilatê Amerîkayê, ku dike Duşem saet 5:30 piştînîvro bi dema Îranê, dê dorpêçeke deryayî li ser hemû hatinûçona ji bo benderên Îranê û derketina ji wan bide destpêkirin.

​Ev dorpêç dê bi awayekî wekhev û bêyî cudahî li ser keştiyên hemû welatan bê sepandin ku biçne bender û herêmên qiraxavêv Îranê, an ji wan derdikevin; di nav de hemû benderên Îranê yên di Kendavê û Deryaya Omanê de.

​Di heman demê de, hêzên Centcomê tekez kirine ku azadiya geryana deryayî ji bo wan keştiyên ku di Tengava Hormozê re ber bi benderên ne-îranî ve diçin an ji wan tên, nayê astengkirin.

​Her wiha hatiye ragihandin ku beriya destpêkirina vê dorpêçê, dê agahiyên zêdetir bi rêya daxuyaniyeke fermî pêşkêşî deryavanên bazirganî bêne kirin. Haydarî bi hemû deryavanan hatiye dan ku dema li Deryaya Omanê û rêyên ber bi Tengava Hormozê ve çalak in, daxuyaniyên deryayî bi baldarî bişopînin û bi rêya Kanala 16 (peywendiya keştî bi keştiyê re) bi hêzên deryayî yên Amerîkayê re bikevin peywendiyê.