Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wall Street Journal: Trump li derheq êrîşên bo ser Îranê Nirxandinê Dike

15:21 - 13 Nîsan 2026

Rojnameya "Wall Street Journal" raporek belav kir ku tê de hatiye diyarkirin; Donald Trump, piştî têkçûna danûstandinên vê dawiyê yên li Pakistanê, mijara destpêkirina êrîşên asmanî bo ser Îranê lêkolîn dike.

​Li gorî vê raporê, berpirsên Amerîkî yên ku nexwestine navên wan eşkere bibe ragihandine ku li kêleka bijardeyên din, di nav de girtina Tengava Hormozê, êrîşa leşkerî jî di bernameya nirxandinê de ye. Trump berê behsa çendîn gavan kiribû, di nav de dorpêça deryayî ji bo zêdekirina guşaran li ser Îranê.

​Koşka Spî di bertekekê de li ser vê raporê, bêyî ku hûrgiliyan piştrast bike, tekez kir ku "hemû bijardeyek li ser maseyê ne."

​Olivia Wells, berdevka Koşka Spî, ragihand ku Serokkomar pêşda fermana dorpêça deryayî ya Tengava Hormozê daye û dawî bi "bacgiriya" Îranê aniye; her wiha bi aqilmendî hemû bijardên zêde li ser maseyê hiştine.

​Olivia Wells her wiha diyar kir ku biryarên dawî yên Trump hîn ne zelal in û her cure pêşbîniyek derbarê gavên paşerojê de, tenê guman û şiroveyên medyayî ne.