Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinazê Meryem xana Qazî Keça Pêşewa Qazî Mihemed bi Axê hate sipartin

17:26 - 2 Nîsan 2020

Meryem Xana Qazî Keça pêşewa qazî Mihemed ê Serkomarê Kurdistanê, li Goristana Bajarê Kelarê bi Axê hate sipartin.

Roja Çwarşemiyê 13ê meha Xakelêwa 1399 an, bi Axê sipartina Cinazê Meryem xana Qazî, di Goristana Bajarê Kelarê li Başûra Kurdistanê di nava beşdarî û girseya xizm û kesûkaran, di merasimekê de birêweçu.

Cinazê Meryem xana Qazî li ber tenişta gora hevjînê vê ku li goristana kelarê bû, bi axê hate sipartin.

Malbata Qazî û hevjînê Meryem xanê ragihandine ku bi sedema hebûna Vîrûsa korona yê û bona berçawgirtina silametiya xelkê û xemxoran, merasima sersaxiyê nadanên.

Roja Yekşemiyê 25 ê Meha Reşemê Meryem Xana Qazî, Keça Pêşewa Qazî Mihemed, Hevjîna Serdar Caf, bi hegera nesaxiyê, li welatê Emanê, koça dawî kir.