Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civaka “tak”an

23:06 - 5 Nîsan 2020

Kerîm Perwîzî

Baseke girîng û gengeşeyeke mêjîn di navbera du rewtên hizrînê de hene, û pêk tê ji wê ku di navbera tak û civakê de kîjan ji wan li pêşê ne, û xwestek û biryar û berjewendiyên kîjanê li pêşê ne.

Ev basa fikrî du serên pergîr hene, ku yek ji wan, tak wek binema girtiye, û dibêje ku, hemû demekê dibe civak û yasayên wê bikin qurbaniya berjewendî û azadiyên tak, û bîrkirina herî tund jî li ser vê baweriyê bûye, ku civak bingeha bîrkirin û darêtina hizr û yasayê ye, û tak ti pêgeheke wê nîne, û dibe ku di hemû rewşekê de, bikin qurbaniyê civakê. Di navbera wan du qutbên pergîr de jî, bîrkirina navgîngîr jî hebû, ku hewl didan balansê ragirin.

Lê bi dirêjahiya aliyê kêm dîroka hevçerx, ew bas û gengeşeya negihaye encamê, û her aliyekî fikrî mînaka selmîner ji xwe re dîtiye, û hikûmet jî li gora berjewendî û siyaseta roj û demê, yek ji wan berçav girtine, û peyrewî jê kirine.

Lê niha nexweşiyek û di rastî de meredeke cîhanî hatiye, ku hemû kunceke cîhanê bi xwe ve girtiye, û tu welatek bi dûr ji nexweşiyê nebûye û nabe. Ji wê jî grîngtir ew e ku, ev nexweşiya, hejar û dewlemend û bêdeshilatan li hev naveqetîne, û hemû kes li metirsiyê de ne.

Mereda Koronayê gellek tişt bi civakê dane hilweşandin, û gellek reftar bi dawî anîne, û piştî bidawîhatina vê meredê jî, bi xatircemî ve, cîhana piştî koronayê, êdî wek koronayê nabe. Lê di vê basa hilbijartinê di navbera tak û civakê de jî, mereda koronayê hinek gotinên wê hene, ku hewce ye guhdariya wê bê kirin, û bîr jê bê kirin bo siberojê.

Mereda koronayê ji vîrosa yek mîkronî ve dest pê dike ku tu çaveke wê nabîne, û diçe nava leşê mirov, û renge heya du hefteyan tu nîşaneyek jê dernekeve! Lê gellek bi sanahî dikare di vê heyamê de ji leşekê ve veguhêze bo kesekî din! Ne tenê miroveke din belku bi şêweya rêjeyî dibêjin ku her tûşbûyek dikare sê kesên din tûş bike, ew jî di heyama çend çirkeyan de!.

 Bi vî awayî em dibînin ku çend mehan dikêşe da ku hejmara tuşbûyiyan bigihîje sedhezar kesî, lê di çend hefteyan de, digihîje yek milyon kesî û di rojên bê de, dibe dehan milyon kes!!

Ev vîros herçend ku bixwe derd û jan û nexweşî li pey xwe heye, lê wekî hêleke fosforî riyên çûna xwe diyarî dike û cardin nîşan daye ku zincîreya pêwendiyên mirov heya çi radeyekê bi hev ve girêdayî ne!.

Ger kesekî caran bîr dikir ku tenê bixwe girîng e, û çi belayek tê serê civakê bila bê, lê niha tak jî rastî êş û azarê dike. Her li vir jî selimandine ku wisa nîne ku ger takeke dûrdest li welatekî dûrketî azarê bikêşe, pêwendiya wê bi mirovên civaka din ve nîne, û ew dikarin bi asûdeyî bijîn.

Korona dibêje me ku, di navbera civak û takekesan de, tu yek ji wan li pêş nînin, belku civak ji takekesan pêk hatiye û asûdeyî û êşa her yek ji wan jî asûdeyî û êşa yên din e.  Hêlên fosforî ên Koronayê bi me selimandine ku takê veqetiyayî  tuneye, û civaka bextewer ew e ku takên wê bextewer bin. Vîrosa koronayê digel hemû nexweşiyên xwe, dubare anî bîra me, ku em çi jîndareke zindî ne, û çawa hewcehiya me bi hev heye, û em bi hev ve girêdayî ne.