Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civata Alimên Hewza Êlmiya Qumê hilbijartina rejîmê bi şanogerî da zanîn

12:53 - 29 Gulan 2021

Civata Muderisan û Alimên Hewza Êlmiya Qumê bi belawkirina daxuyaniyekê ragihand ku, Hilbijartin tenê şanoyeke ku birêve diçe û ti rêzek ji dengê xelkê nayê girtin û Şêwra Nobedar dengê xelkê bi fermî nas nake.

Civata Muderisên Hewza Êlmiya Qumê di daxuyaniya xwe de li derheq redkirina berfirehe selahiyeta berbijêran rexne ji Şêwra Nobedar girtin û ragihand ew Şêwre ne Cimhuriyetê û ne dengê xelkê bi fermî nas nake û keyf û selêqa xwe bi ser dengê xelkê de disepîne, lewma hilbijartin tenê şanoyeke ku ji aliyê rejîmê ve birêve diçe.   

Di pareke dinêye daxuyaniya Muderisên Hewza Êlmiya Qumê de hatiye: Rêjîm û Şêwra Nobedar hinde xwe ji xelkê bêminet dizanin û hinde dengê xelkê bal wan bê nirxe ku berdevkê wê şêwrê gotiye hekî xelk di wê hilbijartinê de beşdariyê jî neke, ti pirskirêkekî yasayî nayête pêş û rewayî ya rejîmê her di cihê xwe deye.

Di daxuyaniya Alimên Qumê de herwisa hatiye: Şêwra Nobedar hemî yasayek binpê kiriye û hebxwe gorî selîqa xwe hemî tiştek diyarî kiriye û tenê dixwaze bi sindûqên navik betal şanogeriyê bona pirûpagendê bileyîze.

Di dawiya daxuyaniya Muderisên Qumê de hatiye: Hilbijartin şanogeriye, ti rikeberiyek nemaye û ti rêkek bo hilbijartina xelkê re nehêlane, her lewma bêguman dê rastî asata herî kêmê beşdariya xekê bê, û berpirsayetiya lewazkirina rejîmê û ji dest dana rewayî yê hemî dikeve ustê Şêwra Nobedar.