Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna çar zilhêzên cîhanê bi merema lihevnêzîkbûnek yekgiritî li dergeq rejîma Îranê

12:52 - 6 Şibat 2021

Êvara Înê 17ê Rêbendanê, Wezareta Derve ya “Feranse, Alman, Birîtaniya, Amerîka” civînek bi merema lihevnêzîkbûnek yekgirtî li derheq rejîma Îranê lidar xistine.

“Jean-Yves Le Drian” Wezîrê Derve yê Feranseyê di vê derheqê de gotiye: “Kombûnek girîng li derheq çareserkirina pirsgirêkên navikî û ewlehî yên rejîma Îranê bi beşdarîkirina Amerîka, Alman û Birîtaniya hatiye lidarxistin.

Wezareta Amerîkayê di vê derheqê de ragihandiye: “Mijara rejîma Îranê cihê nîgeraniyê ye û bo hemû aliyan girîng e”.

Herwisa berê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony John Blinken” û “Rabert Mali” nûnerê taybet ê Amerîkayê di karûbarên Îranê de dixwastibû ku girûpek pêkhatî  ji dîplomat û karnas bo civîn digel rejîma Îranê bê çêkirin.

Pêka gotinên yek ji karbidestên nêzî hikûmeta “Joe Biden” Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji “Rabet Mali” daxwaz kiriye ku hin kesên tund bo tîma danûstandinê ya digel rejîma Îranê diyarî bike ku bikarin çalakane kar bikin.