Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna mecazî a Demokrasî li cîhanê de bi serokatiya Amerîka destpêkir

11:35 - 10 Kanûna pêşîn 2021

Korbenda li jêr navê demokrasî li cîhanê de bi beşdariya pitir ji 100 welatan û bi sergêriya serkomarê amerîka, bi avayê mecazî destpêkir.

Îro 10ê Kanûna pêşîn a 2021an, Civîna Mecazî bi navê “ Demokrasiya Cîhanê” bi beşdariya nûnerên pitir ji 100 welatan dest bi karê xwe kir.

Gelek welat bo wê civîne nehatine vexwandin, wekî Çîn, Rûsiye, Îran, Turkiye, Erebistan.

Di Rojhilata Navîn de, tenê 2 welatên Êraq û Îsra`îl hatine gazîkirin, Amerîka dehan welatên hevalbendên xwe bo wê civînê gazî nekirine.

Di destpêka wê civînê de, Co Baydênê serkomarê Amerîka di axivtina xwe de got: Hewceye ku em di hember sîstemên zordar û dîktator de yekgirtî bin.

Baydên herwisa got: Divê em ji wan bihayane berevaniyê bikin ku me yekgirtî dikin, Em divê berevaniyê ji dadperweriyê û deshilata yasayê bikin, berevaniyê ji azadiya raderbirînê, azadiya civakî, azadiya ol û mezheban, û wekheviyê bo hemî mirovatiyê bikin.

Gorî ragihandina Koşka Sipî, Amerîka dê 424 Milyon Dolaran bo azadiya ragihandinê û xebat bi dijî gendelîyê li cîhanê de diyarî kiriye.

Ew civîna “ Demokrasiya Cîhanê” dikare cemsersaziyekî nû be di cîhanê de û Amerîka xwe bona rikeberiya cemsera Rûsiye û Çîn û hevalbendên wan rêkxistin dike.