
Kurdistanmedia: Serokên 4 welatên Rusiye, Turkiye, Alman û Firansayê herwiha biryar e di hefteya dahatî de, û mehekê piştî agirbesa li Idlibê, bo danûstandina li warê kêşeya Sûriyê de, dîsan wê li Stanbolê de bicivin.
Hewcehî bi bîraninê ye ku ev civîna vê carê bi bê beşdariya Îranê pêk hat.
Idlib herêma herî dawî ya di destên neyarên hikûmeta Sûriyê de ye, ku nêzikî 3 mîlyon kes akincî heye ku pitir ji nivya wan li dema şer de cih û meskenê xwe bi cih hêlane, û penaber bûne bo dewerên dinê.
Pêka rêkevtina di navbera Rûsiyê û Turkiyê di meha derbasbûyî de, herêmeke sînorî bi qasî 15 heta 20 kîlometran li jêr deshilata şorişvanan hatiye diyarîkirin û heta roja Duşemiyê divê hemî çekên giran û girûpên tundajo û cîhadî li vê herêmê derkevin.
Bi li berçavgirtina derêxistina zaf herêman ji dest girûpên şorişvan ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê bi alîkari û piştîvaniya Rûsiyê û Îranê, şiyana rêkevtin û sazaneke siyasî ji bona pêşeroja vî welatî gelek dijwar û zehmet tê berçav.