
Kurdistanmedia: Di berdewamiya kar û çalakiyên Navenda Rêkxistina Partiya Demokrat de, civîneke siyasî-teşkîlatî (rêkxistin) li bajarê Hewlêrê, bo berpirsê Navenda Siyasî û cihigirê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat hate lidarxistin.
Roja Înê rêkefta 13`ê Rezbera 1397`an, (5`ê Çiriya Pêşîn) Dezgeha Rêkxistina Giştî ya Partiya Demokrat, civîneke siyasî- teşkîlatî (rêkxistinî) li bajarê Hewlêrê bo rêzdar “Hesen Şerefî” berpirsê Navenda Siyasî û cihgêrê Lêprsyarê Giştî yê hizbê lidarxist.
Ew civîna bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre “Hesen Şerefî” baseke siyasî pêwendî digel rewşa kirîz û aloziyên Îranê di asta navneteweyî û herêm û navxweyî, vejiyana xebata neteweyî û azadîxwazane di Îran û Kurdistanê de, bi taybet, hevxebatî û yekhelwêstiya hêzên Kurdistanê, Partiya Demokrat û siyaset û stratîjiya li hemberî guherînkariyên niha, Rasan û hebûna pêşmerge di navxweyî welat de, Navenda Hevkariyê ya hêzên Kurdistan û yekgirtîbûn û hevxebatiya xelkê Rojhilat li hemberî siyasetên dijmnkarane yên rejîm û erk û wezîfeya endamên hizbê di vê derheqê de, axavtineke tijî di vê pêwendiyê de pêşkêşî beşadaran kir.
Hesen Şerefî, di axavtina xwe de, pêdagîrî li ser yekgirtîbûna zêdetir a hêzên siyasî yên Kurd di Kurdistana Rojhilat de kir, û heya baştir bikarin li hemberî rejîma Îranê de bisekinin, û got ku: Pêkanîna navenda Hêzên Kurd ên Rojhilat bandoreke pozitîv li ser îradeya xelkê Kurdistanê hebûye, û bi taybet bidenghatina xelkê li ser bangeşeya hêzên Kurd di girevgirtina 21`ê Xermananê de nîşana vê heqîqetê bo û berhema yekgirtî û yek helwêstiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bû.
Di beşeke din a axavitna xwe de, bas ji berpirê Navenda Siyasî yê Partiya Demokrat bas ji vê kir, ku di hewla pêkanîna hevpêymaniya digel ev hêzên leşkerî yên Îranê ne, ku bawerî bi demokrasiyê hene, û Partyia Demokrat, partiyeke xwediyê pêgeh e û tu aliyek nikare vê yekê berçav negire û gotiye ku: Her ewa ku berçav in bi vî qasî jî ketine ber keb û kîna komara Îslamî, ewa ku rejîm bi mûşekan li me dixîne, nîşaneya mezinatiya Partiya Demokrat û tirsa rejîmê li xebat û têkoşîna me ye, ewa me Rasan destpêkir, û birastî Rasanê rejîm fetsandiye, gef û cinayetên rejîmê gavên me di xebatê de sist nake, û em bi hemû awayî ji xebata serdemê, li dijî rejîmê mifahê werdigrin, em birînên kur hildigrin, lê tu demî naçemin.
Rêzdar Şerefî, herwisa got ku: Xebata mezin û daxwaziya rast û rewa, nirx û fîdakariyên mezin jî dixwaze, û hewce ye ku bi îdareyeke bilind a şoreşgirane û bi mifahwergirtin ji hemû rehendên xebatê, li pêxema bi destveanîna mafê rewa yên neteweya xwe têbikoşîn. Hekî îrade hebe em dikarin bi kêmtirîn îmkanatan karê mezin encam bidin.