Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî kurd li bendava Eyîwan a parêzgeha Îlamê xendiqî

15:00 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd li bendava “serting” li bajarê Eyîwan a parêzgeha Îlamê seba ketina nav avê canê xwe ji dest da.

Ciwanekî Kurd temen 20 salî û xelkê bajarê Eyîwanê seba ketina nav bendava “Serting” li Eyîwanê û şarezayê avjenî nebûye xendiqî.

Nûçegehaniya “Îrna” bilavkir, ew lawê han li gel du kesên din bi heceta masîgirtinê çûbûne vî bandavê û di encam de seba nebûna tabluiyên hayîdarkirin û nebûna lemper li derdora bendavê, kevte nav avê û xendiqî.

Bajaroka Eyîwana Xerb li Bakûrê parêzgeha Îlamê helkevtiye û li Rojavayê ve li gel Îraqê hevsînor in.