Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd xelkê Îlamê xwe kuşt

15:59 - 24 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd temen 24 salî û xelkê “Salihava” Îlamê bi sedemekî nediyar xwe kuşt.
Li gor nûçeya malepra Kurdistanmedia’ê, roja Înê berwara 18’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, lawekî Kurd xelkê bajarê “Salihava” ser bi parêzgeha Îlamê, xwe kuşt.
Ciwanê han kesekî xêzandar û kemendam bûye û heya niha xwe kuştina hevwelatiy han yê Kurd nehatiye ragihandin.
Karzanan nigeraniya xwe ji hemberî zafbûna rêjeya xwekujiyê di Îranê de derbirîne û li gor dawîn serjimêriyan, parêzgeha Îlamê li hemû parêzgehên din ên Îranê pileya yekem di vî varî de heye.
Parêzgeha Kirmanşanê jî li varî zafbûna rêjeya xwekuştinê, di pileya çarim de ye li parêzgehên Îranê de.
Karzanê varê tendurustiyê, xemokî, destkurtiya abûrî û nebûna kar ji girîngtirîn sedemên xwekujî di Îranê de dizanin.
Li gor serjimêriyên nawendên dewletî ên rejîma Îranê temen xwekujî di Îranê de di navbera 15 heta 24 saliyê de ye û paş bûyerên tirafîkê, xwekujî duyemîn sedema mirina xwendekarên Îranê ye.