Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî temen 19 salî li bendawa “Zola”a Selmasê de xendiqî

13:55 - 24 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Seba nebûna Îmkanat û hevceyên ji bo rizgarkirina bin av bûn û nebûna papora rizgarkirin, li bendawa “Zola”a Selmasê lawekî Kurd li nav avê de xendiqî.


Roja înê berwara 20’ê Îlona 2013’an, xwe avê dan li bendawa Zolaya bajarê Selamasê û nebûna îmkanatên hayîdar li deverên qedexekirî, canê hevwelatiyekî Kurd sitand.
Nawenda mafê mirov a Selmasê ragihand: Hesen Husênî kurê Nûredîn temen 19 salî û xelkê gundê “Kom”a ser bi bajarê Selmasê navê ew ciwaniye ku li nav avê de xendiqiye.
Li du salên derbas bûyî de 5 hevwelatiyên Kurd li derdora bendawa Zola bajarê Selmasê jiyana xwe ji dest nade.