Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Pîranşarê navê wî dinav rêzbenda kesên elît yên cîhanê de hat tomarkirin

13:39 - 23 Gulan 2022

Rewan Bexişî ciwanê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşara girêdayî parêzgeha Urmiye, bawerînameya navneteweyî  a Zanist û Nerve, li zanîngeha “Harward” a Amerîkayê misoger kiriye û navê wî di rêzbenda kesên elît yên cîhanê de hat tomarkirin.

Navbirî xwandekarekî payebilind yê “Neurolojî û lêkoler li beşa navenda lêkolîna tendrustî û  derûnî li welatê Kanadayê ye.

Berê jî Rewan Bexişî  çar bawerînameyên navneteweyî bi zimanê îngilîsî li warên “derûn dermanî” li beşên weke xemokî, dev berdan ji madeyên sirker, xwekujî û … hwd, li rêkixirava Derûnnasiya APA a welatê Amerîkayê vergirtibû.

Zanîngeha “Harward” a Amerîkayê yek ji zanîngehên navûdeng  yê cîhanê ye.