Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên bi emeg yên Kurd li bajarê Tehranê di 33emîn salroja şehîd kirina Dr.Qasimlo de peymana emegnasiyê nû kirin

11:47 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li bajarê Tehranê li derheq 33emîn salroja şehîdkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, bi birê ve birina çalakiyên berifreh yên bangeşeyî peymana emegnasiyê digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Ciwanên bi emeg û bivêr ên Kurd, li derheq 33emîn salroja şehîdkirina Dr.Qasimlo pêxemberê aştiyê û hevalên wî li bajarê Tehranê li cihên weke, meydana Azadî, zanîngeha Tehran, rawestgeha metroya Mo`în û BRT ya hêla azadî bo Tehranparsê, çarrêya Velî`esr û parka Danşicû, bi belavkirina trakt, poster û wêneyên şehîd Dr.Qasimlo, çalakiyên berifreh yên bageşeyî bi rê ve birin.

Neviyên emegnas, bivêr û nîştimanperwer yên şehîd Dr.Qasimlo, li bajarê Tehrana paytexta Îranê, bi belavkirina wêneyên şehîdê hertim zindî Dr.Qasimlo, carek din peymana emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nûkirin û ji rejîma dije mirov û serkutkar a cemaranê re nîşan dan ku, dê hertim rêbaz tijî serbilindî ya şehîdên rêya rizgariya neterweyî bewrdewam bikin, û ti hêzek zêdexwaz û dije maf û azadî nikare li hember îradeya polayîn a wan de xwe ragir be.