Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiyager û jîngeh hezên bajarê Urmiyê bona vebîranîna salroja Boz serdana vir kirin

11:58 - 26 Hezîran 2022

Roja Înê 24`ê Hezîranê ciwan, çiyager û jîngeh hezên bajarê Urmiyê bona vebîranîna salroja binavkirina Bozêsîna serdana vir kirin û piştî lidarxistina kombûnê û axavtin li derheq girîngiya sirûşt û dîroka Bozêsîna dest havêtin bi paqijkirina jîngeha vir.

Du salan berî niha roja 24`ê Hezîranê roja Bozêsîna hat diyarîkirin û her bi vê hilkevtê keç û xort û jîngeh hezên bajarê Urmiyê û yên derdorê serdana bilindahiyên Boz dikin.

Her di vê derheqê de roja pênçşemî 23`ê Hezîranê çiyager û jîngeh hezên Urmiyê xwastibûn serdana Boz bikin lê, hêzên Spaha Pasdaran û berçavtengên Kurdistanê, pêşî ji wan girtibûn û îzin nedabûn da ku di vê rojê de serdana vir bikin lê, jîngeh hezan bi berxwedanî û guhnedan bi hêzên zêdexwaz û berçavteng yên rejîmê roja Înê karîn serdana Boz bikin.

Çiyayê Bozêsîna li navçeya Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê hilkevtiye û xwediyê bedeviyek dilrevîn e, û di tev demsalên salê de bedeviya dîmenên qontarên wê bala geştyaran li seranserê welat bo aliyê xwe radikêşe.

Navê Bozê Sîna navê eşîrek li neteweya Kurd hatiye girtin, ku berê li qontara çiyayê Bozêsîna jiyana xwe  derbas dikirin.

Her bi vê hilkevtê jîngeh hez û çiyagerên bajarê Urmiyê, bi strîna çend stranan û lidarxistina govend û dîlanê, vebîranîna salroja binavkirina Bozêsîna bidawî anîn.