Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiyagerên Kurdistanê bi armanca parastina navên resen ên çiyayên Kurdistanê çalakî lidar xistin

15:59 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Hejmarek ji çiyagerên Kurdistanê bi armanca parastina navên Kurdî yên çiyayên Kurdistanê, çalakiyên xwe dest pêkirine û navên çiyayên Kurdistanê ku bi zamanên din hatibûne guherandin, bi navên wan yên resen ên Kurdî diguherin.

Di 24ê Kanûna Pêşîn de hejmarek ji çiyagerên bajarê “Bokan”ê bi ser çiyayê “Bêjîng bi ser” ku di navbera Mihabad û bokanê de ye, serketin û navên Kurdî yên wan çiyayan di tabloyekê de li ser dimikê wî çiyayî danîn.

Yek ji siyasetên rejîma Îranê bo asmîlekirina nasname û resenatiya kêmîneyên netewî, rakirina navên cih û gundan bûye.