Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CNN: Aliyê kêm 12 kesî di êrîşa bo ser baregehên partiyên Kurd ên opozisyon ên Îranê yên li Îraqê jiyana xwe ji dest dane

18:40 - 9 Îlon 2018

Şemî 8`ê Îlonê

Vergêr: Riza Fetulahnijad

Di êrîşa mûşekî a ku roja Şemiyê bo ser binke û baregehên partiyên opozisyon yên Kurdên Îranê yên li îraqê hate kirin, aliyê kêm 11 kesî jiyanî xwe ji dest daye, û 50 kesên din jî birîndar bûne û berpirsên van partiyan jî demildest dest xwe ji bo aliyê Tehranê wekî encamderê vê êrîşê nîşan dane.

Di nav kûştiyên êrîşa bo ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, 3 zarok û 3 jin jî xuya ne, vê partiyê di daxuyaniya xwe de ev yeka jî ragehandiye(PDKÎ)
Êrîşa bo ser bajarê Koya Senceq bûye, û bajareke li 65 kêlometriya bajarê Hewlêrê li devera “Nîve- serbixwe a Kurdistanê li bakûrê Îraqê û 300 kîlometriya bakûrê paytext Bexdayê, hatiye encam dan.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê encamderê vê êrîşê daye eşkere kirin, û di daxuyaniyê de daye xuyakirin ku: “Îranê di êrîşa hevkarîkirî ya bo ser kempên penaberan yên kêlega  vê baregehê, li mûşekên “doravêj mifah vergirtiye”.

Vê partiyê di twittera xwe de, destê xwe bo aliyê Îranê nîşane biriye, û wêneya van dûkelane jî li cihên êrîşkirinê de bilind bûye belav bûye.
 “Mihemedsalih Qadirî” Nûnerê PDKÎ li Hewlêrê ji nûçegihaniya “CNN”ê re daye eşekere kirin ku,ev tund bûna êrîşa van mûşekan li vê de bûye ku  ev mûşekane li nav axa Îranê ji bo  5 cihên diyarî kirî hatine şandin.  

Li gorî gotina “Qadirî” endamên rêberatiya PDK, wekî “Misetefa Mewlodî” û “Xalid Ezîzî” jî di nav birîndaran de ne.
Şêvra Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev êrîşa şermezarkir û hevxemiya xwe digel malbatên birîndaran û kûştiyan da xuyakirin û daxwaz ji hemû aliyan kir da ku “axa xwe nekine qadên tolstandinê”.

Hejmara nêzîkî 30 milyon Kurd neteweyeke kêm berçav di hejmarek li welatên Rojhilata Navîn, wekî Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiye de pêk tên.
Tevî  nêzîkbûna bi yek sedeye ku tevgera nasyonalîst a Kurd di welatên cuda de ne, lê Kurd tu demî welatê xwe tunebûye.