Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cotkarên Nexedê li ber deriyê femandariya vî bajarî kom bûn

20:40 - 30 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Werzêrên gundê Yadigarlû a ser bi bajarê Nexede, li ber deriyê waliya vî bajarî kom bûn û narizayetiya xwe derbirîn.

Li gor rapora Kurdistamedia, cotkarên rûniştiyên gundê Yadigarlû seba xemsariya berpirsên rejîma Îranê li bajarê Nexedê, narizayetiya xwe derbirîn.

Werzêrên han bi nîşana narizayetî li hember xemsariya berpirên îdareya “Cîhada Kişawerzî (Cotyarî)” ji ber kêmiya av û herjmarek arîşeyên din li ber deriyê Fermandariya Nexedê û Cîhada Kişawerî kom bûn.

Ew werzêrane paş ewê ku li ber deriyê îdareya Cîhada Cotyarî tu bersivek nehate dan bo ber deriyê Fermandariyê rêketin û li hember waliya Nexedê daxwaza pêregehîştin bi kêmasiyên bo werzêriyê ku ji aliyê Cîhada Kişaweriyê ve nahêne kirin, kirin.

Cotyarên vî gundî seba ewê ku 45 roj ji dema avedaniya berhemên wan derbas dibe û îdariye karûbarê avê îzna avedaniyê nadin, tûşî zirarê bûne.