Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Navnetewiya xelk lêkolînan li ser cinayetên rejîma Îranê li derheq kuştinên li meha Xezelwera sala 1398an dike

18:01 - 10 Çirriya paşîn 2021

Dadgeha Navnetewî ya xelk bi armanca lêkolîn li ser kuştin û îşkenceya xelkê nerazî ji aliyê rejîma Îranê ve di xwenîşandanên sala 1398an a Rojî li welatê Birîtaniyaê hatiye avakirin û hewlê dide kêolînan li derheq zêdetir ji 130 karbidestên rejîma Îranê ku şika encamdana cinayet li dijî mirovahiyê li ser wan e, bi hevpeyvîn, şahid û belgeyên zindî, bike.

Heyeta Navnetewî ya Dadgeha Xelk ku bi “dadgeha Xezelwerê” tê nasîn, bi amadebûna 45 şahidan li dijî zêdetir ji 130 berpirs û karbidestên pilebilind ên rejîma Îranê ku Rêberê rejîam Îranê “Elî Xamineyî” û Serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî”jî li xwe digre, lêkolînên hûr bike.

Ew navenda ji aliyê rêkxiravên “Dadperwerî bo Îranê, Mafê Mirov ê Îranê û Bi hev re li Dijî Îdamê ne” hatiye avakirin û di çend rojên bê li bajarê Lenden a Birîtaniyayê kombûpnên xwe dê bi rê ve bibe.

Wê navendê ragihandiye: “Berpirsên rejîma Îranê ku cinayet li dijî mirovahiyê encam dane û bi 100an kes di bin îşkenceyên cinayetkarên rejîma Îranê di meha Xezelwera sala 1398an a Rojî de bûne qurnabî, divê bêne dadgehîkirin.