Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha “Stockholm”: Zaniyariyên girîng li ser telefona “Hemîd Nûrî” hatine vegerandin

12:08 - 22 Nîsan 2022

Di 86emîn dadgeha “Hemîd Nûrî” yê ku di îdamkirina girtiyên siyasî li sala 1367`an a Rojî de dest hebû, roja Pêncşemî 1ê Banemera 1401an a Rojî bi rê ve çû û mijara vê dadgehê pêwendîdar bû bi hejmara telefonên hatinî reşkirin.

Hemîd Nûrî li dema ku dixwast ber bi Swêdê ve here tev zaniyariyên li ser telefona xwe reş kiribûn û ew di dema gihîştin bi balafrxaneya “Arlanda”ya “Stockholm”ê hate binçavkirin.

Karnasên Swêdî serkevtî bûne ku ev zaniyariyên li ser telefona “Hemîd Nûrî” hatibûne reşkirin, car din vebigerînin û çendîn hejmaran li ser peyda bikin.

Hin hejmarên telefonan ku hatibûne reşkirin yek ya badîgardê “Mihemed Meqîde” naskirî bi “Nasiriyan” û yek din jî ya Serdozger “Huseliyê Neyirî” hatine peydakirin.

“Mihemed Meqîse” wek yek ji girîngtirîn kesê îşkenceker û îdamkerê girtiyên siyasî li Havîna 1367an a Rojî ku çendîn caran navê wî wek tawanbar di dadgeha “Nûrî” de ji zimanê şikayetkeran û şahidan hatiye bihîstîn.

Hemîd Nûrî tawanbar e ku di îdamkirina bi kom a girtiyên siyasî li girtîgeha “Gûherdeşt” a Kerecê de dest hebûye. Ew roja 18ê Xezelwera 1398`an a Rojî, li balafirxaneya “Stockholm”ê de hate binçavkirin.

Pêka şahidên di dadgehê de Hemîd Nûrî di dema îdamkirina girtiyên siyasî yên sala 1367an de cihgirê Serdozger “Huseliyê Neyirî” bûye.

Biryar e ku civîna din ya dadgehê roja 5ê Banemerê li  “Stockholm”ê bi rê ve here.