Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgehên rejîma Îranê barmiteyên giran ji hepsiyên xwenîşandanan dixwazin

11:13 - 29 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê, ji wan kesên ku di xwenîşandanên meha Xezelwerê de hatine desteserkirin, daxwaza barmiteyên çend milyard tumenî ji wan dike.

Pêka nûçeyên belavbûyî, dadgehên rejîma Îranê bo berdana xwenîşanderên meha Xexelwerê, daxwaza barmiteyên giran dike, û parêzerên dadgehan gotine ku bi ti awayekî ew hepsî nikarîn barmiteyên çend milyard tumenî dabinên, ew kes ji deverên hejar de dijîn û asta aboriya wan nizme, ti kes ji wan nikare barmiteyên wiha giran danê.

Piştî xwenîşandana meha Xezelwerê di bajarên Kurdistan û Îranê de, bi hezaran kes hatine desteserkirin, ku heya niha jî, ew desteserkirine didome û her roj hejmara wan girtiyan zêdetir dibe, û hatiye gotinê ku kesên 13 heya 15 salî di nav girtiyan de hene.

Ser wê mijarê, endama Komîsiyona Mafê Mirov li kanûna Parêzeran, “Helale Mûsewiyan” bas kiriye, ku piraniya malbatên wan hepsiyan gotine ku nikarin barmiteyên wiha giran danên.

Herwisa navbirî gotiye ku wan malbatan ti milkek tunînin û ji qada hejarin, û bi ti awayekî nikarin barmiteyên wiha giran peyda bikin û bo berdana wan hepsiyan danên.