Dadstanê Stockholmê “Christina Carlsson” di dadgehê de ragihand: “Hemîd Nûrî di kuştina 4 hezar girtiyên siyasî de rol hebûye”.
Roja duyem ya dadgeha “Hemîd Nûrî”, dadwerê berê yê rejîma Îranê li bajarê “Stockholm”a welatê Swêdê Bi rê ve çû, û di vê dadgehê de Dadstanê Stockholmê bi şirovekirina fitwaya Xumeynî li dijî girtiyên siyasî di girtîgehên rejîma Îranê de daye zanîn, “hekî girtiyan pêdegirî li ser hizra xwe bikiribana, ew “miharib” dihatine hesibandin û cezaya wan îdamkirin bû”.
Herwisa navbirî îşare bi gotinên Xumeynî kiriye ku wê demê nevbirî daxwaz ji berpirsên dadgehan kiribû, hewlê bo dijwartirîn cezayan bidin.
Di wê dadgehê de dadsitanên Swêdî bas li “Heyeta Merg” a rejîma Îranê kirin û endamên wê girûpa dadweriya rejîmê ku ji: “Îbrahîm Reîsî, Mistefa Pûrmihemedî, Husênelî Neyyêrî, Îsmaîl Şûşterî, Murteza Işraqî, Mihemed Muqeyse (Nasiriyan) û Hemîd Nûrî naskirî bi (Ebbasî) pêk hatibû, dane nasandin.
Herwisa di wê dadgehê de îşare bi îşkencekirina girtiyan û îtirafa bi zorê di Îranê de hatiye kirin.
Hemîd Nûrî di Havîna sala 1367an de li kuştina zêdetir ji 4 hezar girtiyên siyasî de rol hebûye û yek ji wan biryarderan bûye.
Hemîd Nûrî di 18`ê Xezelwera 1398`an a Rojî de, ku ber bi welatê Swêdê ve çûbû li balafirxaneya “Stockholm”ê hate binçav kirin.
Meşa dadgehîkirina “Hemîd Nûrî” dê heta Avrêla sala bê berdewam be.