Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina nirxa nifta Îranê

22:24 - 10 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Dahata duyemîn henardekerê nifta “Opek”ê wate Îran, îsal heya 44 milyard Dolaran daketiye, di halekê de dahata nifta Erebistana Seûdî îsal gihîştiye 293 Milyard Dolaran.
Li gor nûçegihaniya “Royterz”ê, kimbûna dahata nifta Îranê seba tehrîmên navnetewî, givaşek mezin ketiye ser rejîmê û bazneya werimîn û giraniyê pêtir kiriye.
Li gor nirxandinan heya niha tehrîman 10 Milyard Dolar ji dahata niftî a rejîma Îranê kim kiriye û daketina han jî seba birêveçûna berdewam a tehrîman ji aliyê Ewropa û Amerîkayê ve bi tundî zêde dibe.
Li gor rapopra sindûqa Navnetewî a pere, rejîma Îranê bi mebesta parastina wekheviya bodceya salane a xwe, hewcehî bi nirxa her bermîlek niftê 117 Dora e, di halekê de seba tehrîman, rejîma Îranê berbi rûyê daketina tudn a dahata niftê bûye.
Rejîma Îranê bi hêviya firotina niftê bi du zilhêzên “Asyay”ê “Çîn” û “Hind”ê bû ku bikare pêşiya kartêkeriya tehrîman bigre.
Li gor rapora “Royterz”ê, du zilhêzên “Asyay”ê “Çîn” û “Hind”ê çavnihêriyên rejîma Îranê dabîn nekirin.
Hindê hawirdekirina nifta Îranê di meha Nîsana îsal de li hember sala derbasbûyî 40 ji sedî kim kir. Herweha Çînê jî di meha Çileya Paşîn îsal hawirdekirina nifta Îranê heya 50 ji sedî kim kir.
Rewşa han rejîma Îranê neçar bi erzanfiroşiyê kiriye û bi wî halî jî bersiva daxwazên hewce ji rejîma Îranê re nehatiye dayîn.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê