Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daliqandina Mensûr Arwend li Hewlêrê de hat pirotestokirin

13:43 - 18 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Civînek nerazîbûnê bi armanca şermezarkirina lidarvekirina girtiyê siyasî ê kurd yê xelkê Mehabadê li pêşberî Parka Şaneder a Hewlêrê de birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, êwariya roja çarşemî, 17ê Hezîrana 2015an, Federasiyona girtiyên siyasî ên Kurdistanê bi armanca derbirîna nerazîbûna xwe li hember lidarvekirina Mensûr Arwend, girtiyê siyasî ê kurd yê xelkê Mehabadê kombûnek nerazîbûnê lidar xist.

Li destpêka vê kombûna nerazîbûnê de, “Sîrwan Arwend”birayê şehîd Mensûr Arwend ji riya telephone ve peyamek pêşkeş kir.

Piştre beşdarbûyan bi bîstek sekinîn û bêdengiyê, rêz ji canê pak ê şehîd Mensûr Arwend û hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê girtin.

Paşan peyama beşdarên civînê ji aliyê Fuad Zîndanî, berpirsê Federasiyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê hat pêşkeş kirin.

Li doma vê kombûna nerazîbûnê de, peyama Loîs Ayala, Sekreterê rêxistina Enter nasiyonala Sosyalîst hat xwendin.

Nûçegihanê Kurdistan Media li cihê birêveçûna vê civîna nerazîbûnê de ragihand ku, li vê kombûnê de komek ji sazî, part û aliyên siyasî jî beşdar bûn û peyamên xwe bi vê munasibetê ve pêşkeş kirin.