Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Damezraveya Petropalavtin a Kenganê şewitî/ 3 roj sê bûyerên mezin di Îranê de

11:16 - 25 Gulan 2021

Di berdewamiya ageripêketinên rêzeyî di Îranê de, roja Duşemî 3`ê Cozerdanê, damezraveya petrokîmî ya “Petropalavtina Kengan”ê di Îranê de rastî şewitaninê hat.

Heta niha derheq bûyera Petropalavtina Kenganê ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.

Lê ew yekeya petrokîmî tenê sê meh bû bi dest Serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî dest bi kar bû, qirar wisa bû ku ew damezraveye salane 1 milyard Dolar dahat hebe.

Di rojên derbasbûyî de jî, mediyayên rejîma Îranê ji qewimîna agirpêketinek mezin di kargeheke berhemên pilastîkî di bajarê Qumê de dabûne zanîn.

Pêka rapora Berdevkê Saziya Agirkuj a Qumê, ew bûyere ziyanên canî nebûye, lê xisarên giran ên madî pê ketiye.

Roja Yekşemî 2`ê Cozerdan, teqînek di kargeheke berhemanîna balafirên bê pîlot di “Şahîn Şehr” ê ser bi Îsfehanê de rû da ku di encamê de 9 kes hatine birîndarkirin.

Berpirsên rejîmê îdia kiribûn, ku ew teqîne di kargeheke pêşesaziya kîmiyayî de rû daye.

Lê rojanmeya “Guardian” a Birîtaniayê, di raporek xwe de nivîsiye, ev teqîne di kargeheke behermanîna balafirên bê pîlot ên bi navên “Hêsa”yê de rû daye.

Ew teqînane di Îranê de asayî nînin, gelek çavkaniyên nefermî dibêjin, Îsraîl di wan teqînan de dest heye, lê Îsraîl jî bê deng e.