Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dana soz û qevlên dirav bi xelkê Kurdistanê ji bo serdana gora Xumênî

17:19 - 6 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Li bajarên Kurdistana Rojhelatê, rejîma Îranê bi şofêrên ortûbûsan ragehandiye, her tirombêlek xelkê bo merqeda xumênî li Tehranê bibe 3 milyon Tûmen bi wan tê dan.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rejîma Îslamiya Îranê bi qevl û soz, sê milyon Tûmen dirav weke îcare bi şofêrên otûbûsên Kurdistanê dawe û daxwaza lêkirine xelkê li Kurdistanê bibine bo ziyareta xumênî.
Rejîma Îslamiya Îranê bi evêne jî razî nebûye û li rêya kirêgirtiyan ve daxwaz ji xelkê bajarê Mihabad, Şino, Pîranşehr û Nexedê kirine ku eger her kesek hazir be serdana gora xumênî bike 50 hezar Tûmen dirav bi van bidin.
Her di vê pêwendiyê de rejîma Îrslamiya Îranê soza cih û xwardinê jî bi xelkê dawe.
kirêgirtiyekî rejîma Îranê daxwazekî zor ji mamosta, dersxwan, xwendekar û fermandan kirine.
Her di vê pêyweniyê de palêwrawên hilbijartinên serkomariyê jî bi berdewamî mêjûlê dana soz û qevlên bê binema û zirîqe û birîqedar bi xelkê Kurd in.