Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danandina bigeha Sipahê di mizgewtekî Urmiyê de, bû cihê narizayetiya xelkê

19:59 - 30 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek ji hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê rijiyane nav gundê Armela devera Kotolê û di mizgewta vî gundî de cigîr bûn.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, akinciyên gundê Armelê li hember cêgirbûna wan hêzane di nav mizgewta gund de narizayetiya xwe ragihandin.
Di hember de hêzên Sipaha Pasdaraan bi xelkê gund gotine: Mizgewt milkê kesê nine û tû kes nikare pîşiya me li mandina mizgewê de bigre.
Mizgewên Kurdistanê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bi danîna serperest û komkirina pere bi awayekî salane, tê îdarekirin û rejîma Îranê tû alîkariyek bi mizgewta alîgirên ola Sunî nade.