
Di dema serdana rêberê Katolîkên cîhanê, “Pop Firancîs”, bo Îraqê û Kurdistanê, Wezareta Veguhastin û Gihandina Herêma Kurdistanê 6 pûl nimayiş kirin.
Ew 6 pûl di dema hatina “Pop Firancîs”, bona pêşewazîkirin ji wî li balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê hatibûne nimayîşkirin.
Di nav wan 6 pûlan de yek ji wan ku xerîta Kurdistana Mezin û wêneya “Pop Firancis” li ser bû, berteka zêde a welatên dagîrker ên Kurdistanê li pey xwe ve anî.
Li yekem berteka piştî nîşandana wan pûlan, rejîma Îranê û Tirkiyê, bertek li xwe nîşan dan û gotine ku dibe Herêma Kurdistanê bersivê bide.
Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” gotiye: “Herêma Kurdistanê sextekarî kiriye û beşek ji parêzgehên Kurd ên Îranê, xistiye nav wê xerîta Herêma Kurdistanê”.
Herwisa navbirî gotiye: “Rohn e ya ku di torên civakî de belav bûye, li dijî yasayên navnetewî ye”.
Ew gotin ji aliyê Berdevkê rejîmekê ve tê gotin ku bi hemû şêwazekê, serweriya hemû welatan dixe metirsiyê û ti nirxek bo yasayên navnetewî nadanê.
Hervdem Wezareta Derve ya Tirkiyê di hember wê hewla Herêma Kurdistanê bertek li xwe nîşan da û got: “Hindek ji berpirsên Herêma Kurdistanê, piyê xwe ji berika xwe dirîjtir dikin û hewl dane ku serdana Pop bikin bi hêcetek bona belavkirina xewnên xwe”.
Hemû ew berteknîşandanane di halekê de ye ku ew welatên ku Kurdistan dabeş kirine, di rastiyê de wan desdirêjî li ser axa Kurdistanê kirine û ew bi xwe dagîrker in.