Elî Soranî
Pênaseya herî naskirî û hêsan a peyva siyasetê, zanist û hunera mumkîn e ku ji bo rêveberiya civakê tê pêkanîn. Di vir de danûstandin û diyalog, weke bingeheke xurt a civakê tê dîtin. Lêbelê ev bingeh jî hin pirensîpan li xwe digire ku di danûstandina siyasî û siyaseta danûstandinê de reng vedidin. Carna bûyereke siyasî, destkeft yan jî rewşên cuda ku berhema siyasetê ne, gotûbêjê li pey xwe ve tînin. Ji bo mînak ew civînên ku li ser kirîza Sûriyê û bi tevlîbûna welatên herêmî û hin welatên ji parzemînên din têne encamdan, encama bûyer yan jî derfetên siyasî ne ku tevahiya aliyên gotûbêjê dibin aliyê siyasetê. Hin car jî welat yan aliyên cuda, ji bo bidestxistina armancên xwe siyaseta danûstandinê bi kar tînin.
Mînak jî ew danûstandin in ku ji bo pêkanîna eniyeke hevpar yan jî hevpeymaniyekê têne encamdan. Gelek caran dujminên neteweya Kurd, danûstandinê weke karteke siyasî û herwisa bikuj li hemberî Kurdan bi kar tînin û ev siyaset jî li hemû perçeyên Kurdistanê di danûstandinê de tê dîtin. Bi taybetî desthilatdarên Îranê çi Şah yan jî axund, ev weke pîlanek bi kar anîne da ku derbeyê li tevgera Kurdan bidin. Simayîl Axayê Simko bi pîlana danûstandinê hate şehîdkirin, şehîd Dr. Qasimlo û şehîd Dr. Şerefkendî jî bi heman pîlanê hatin şehîdkirin. Lemwa jî pêwîstiya danûstandinê, armanc û sedemên wê ji me re zelal dike. Armanc ji vê nivîsê ev e ku em bizanin weke Kurdên Kurdistana Rojhilat ku axa me jî hatiye dagirkirin, me gelek derbeyên giran bi hênceta danûstandinê ji rejîmên dagirkar dîtine. Gelo emê bikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan û ji bo dabînkirina xwestekên xwe careke din pişta xwe bi diyalog û gotûbêjê germ bikin?! Gelo ew dujminên ku hewla wan a sereke, tinekirin û asîmîlekirina neteweya me ye, amade dibin di riya aşîtiyê re xwestekên me bicî bikin?!
Ew heman rejîm in ku hemû riyan ji bo komkujkirin û jinavbirina me bi kar tînin û meirîfeta cewherî a wan û pêkhate û hebûna wan, înkarkirina me û binavkirina hemûyan weke ummet e û zimanê wan jî tenê zimanê kuştinê ye. Eger em bala xwe bidin dîroka danûstandinên di navbera Kurdan û dujminên wan de, ji me re xuya dibe ku herî kêm di vê sîstemê de bawerî bi danûstandinê tê wateya bilqên ser avê.
Rejîmek ku ji destpêkê ve ve li ser bingeha dijatiya demokrasî û wekheviya civakî û netewî hatiye avakirina, ti caran nikare rê ji bo gotûbêj û danûstandineke aşîtîxwaziyê xweş bike û tenê danûstandinê ji bo derbaskirina dem û jinavbirina derfetan û ji bo derbelêdana dijberên xwe bi kar tîne. Tevî ku di hemû qonaxan de û bi derfetên cuda, çavên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê weke pirensîpeke demokratîk li danûstandin û gotûbêjan bûne û hertim amade bûye ku ji vê faktera demokratîk ji bo pêşxistina bernameyên xwe mifahê bistîne, lê dîroka tal a danûstandinê bi hikûmetên cuda ên Îranê re, dibe sedem ku êdî bi baldarî li vê mijarê binêre. Eger jî gotûbêj li welatê sêyem û bi çavdêriya civaka navdewletî bêne encamdan, wê demê hêvî zêdetir dibin.
Lêbelê ev jî tenê di demekê de çê dibe ku Komara Îslamî rastî vekirîbûn û guhertinê hatibe û êdî danûstandin û diyalogê ji bo armancên xwe ên ehrîmenî bi kar nebe. Eger em bala xwe bidin mahiyet û bingeha vala a Komara Îslamî, xuya dibe ku eger rejîm vê danûstandinê jî qebûl bike, dixwaze welatên rojava û navçeyê ji givaşan poşman bike lê di rastî de ti caran Kurd nikarin di vê riyê de tiştekê bi dest bixînin û nikare ekter be û wê leyîzeke siyasî bi wan re bê kirin.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine