
Şeva derbasbûyî hejmareke zaf li darên ser rêya Merîwan bo Zirêbarê ji aliyê kesên ser bi rejîma Îran û Spaha Pasdaran ve bi awayekî berfireh hatine birî û rûmet û ciwaniya wî cihê geştiyarî ji nav birine.
Darên ser rêya Zirêbar bi hênceta hişikbûn û çêkirina cihekî bo geştiyaran ji aliyê kesên ser bi rejîmê ve hatine ji nav birin.
Herwisa daristan û lêrewên gundên “Almane” Çor û Nene, Şêxe Kiwêre, Derî û Nişkaş, Wesne, Xeyrava, Zekeriya, Qelacê, Helûjan û Çoma Sewlava, ji aliyê kesên ser bi Spaha terorîst a Pasdaran yên bi navên “Nerîman, Aram, Mihemed û Hêmin, agir berdidinê û bi awayekî berfireh dibirin.
Ew kesên ku bi piştevaniya karbidestên rejîmê û Spaha Pasdaran wê karê dikin, destekî wekirî hene bo jinavbirina dar û lêrewarên Merîwanê, û ji ti hewlekî cinayetkarane xwe naparêzin.