Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Darên zeytûnê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve têne birîn

11:30 - 19 Şibat 2022

Di heyama rojên derbasbûyî de çekdarên opozisiyên ên ser bi Tirkiyê û Artêşa Tirkiyê li çendîn gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê de nêzî 500 darên zeytûnê birîne.

Ew dar piranî yên gundê “Merîwanê” yê ser bi bajarê Efrînê bûne û xelkê wî gundê seba vê yekê nerizayetiya xwe nîşan dane.

Artêşa Tirkiyê û girûpên terorîst ên ser bi wî welatî bi awayê pilandar mijûlê guherîn û têkdana surûşt û cugrafiya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û eva cara çendê ye ku ew girûpên terorîstî darên zeytûnê yên gundên Kurdan dibirin û bo firotinê bo bajarên Tirkiyê vediguhazînin.

Heta niha hezaran darên zeytûnê yên welatiyên Kurd ji aliyê girûpên terorîstî yên ser bi Tirkiyê ve hatine birîn û ji bo Tirkiyê hatine veguhastin.