Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Merîwanê dişewite

16:42 - 28 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Daristan û zozanên devera Merîwanê çend rojane bi berdewamî dişewite û kesên ser bi rejîma Îslamiya Îranê xerîke sirûşta Kurdistanê ji nav dibin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja 26’ê Hezîran a 2013’an, daristanên gundê Terxanava nîzîkê bajarê Merîwanê agir girt.
Bi gotina çavkaniyekî hayîdar hêzên ser bi nawenda teqemenî “Ehmed Kazimî” destê wan li şevtandina vê daristanê de hebûye.
Ji aliyek din ve berwara 27’ê Hezîranê daristan û zozanên gundê Beyîle ser bi bajarê Merîwanê agir girtiye û nawendên pêwendîdar ên rejîma Îslmiya Îranê bo temirandina wî agirî tu hewlek nedane.
Her divê pêywendiyê de daristanên nîzîkê gundê Hesenava jî cara çendê ye ku agir dikeve û tenê hevwelatiyan û ektîvên jîngeh parêziyê bo temirandina agir têdikuşin.