Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawîn rûniştina dadigeha birayên Kurdpûr hat lidarxistin

14:38 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Mesud û Xusro Kurdpûr du çalakvan û rojnamevanê Kurd ên destbiserkirî, dawîn dadigeha wan li liqa yek a dozgeriya Îtqilaba bajarê Mihabadê de birêve çû.


Ajansa nûçeya Mukriyan bilavkir, roja Duşemî 29’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, sêyemîn û dawîn dadigeha pêrgehîştin û tometên Mesud û Xusro Kurdpûr du rojnamevanên Kurd, birêve çû.
Di vê dadigehê de tometên nerast ên îdareya Îtilatê ji aliyê birayên Kurdpûr û parêzerên wan ve hat redkirin û belgehên hewce derheq bê sûçên xwe derxistin hole.
Xusro Kurdpûr bi tometa “dijayetiya xwedê û hewldan li dijî tenahiya neteweyî” û Mesud Kurdpûr bo tometa “hewldan li dijî tenahiya neteweyî” di vê dozgerioiyê de amade bûn ku ew tometene ji aliyê parêzerên wan ve hat retkirin û rapora karzanên îdareya Îtilatê ji ber qenaetanîna dadigeh bi lawaz û nebûna belgeya selmêner zanî.
Ji bilî wan tometane, tometa “endambûn û pêwendî li gel partiyên Kurdî” dane Xusro Kurdpûr û herwusa “Hevpeyvîn û pêwendî li gel medyayên dijberî rejîma Îslamiya Îranê” jî ji tometên Mesud Kurpûr zêde kiribûn.

Birayên Kurpûr 8 meh berî niha ji aliyên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.