
Hejmarek li rêkxiravên medenî û Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê hukmê binçavkirina mamosta “Zara Mihemedî” bi tundî şermezar kirin û tevî pîştevanêkirin li mamosta “Zara Mihemdî” daxuyaniyek belav kirin.
Deqa daxuaniyê wiha ye:
Welatiyên Kurdistanê!
Mamosta û Rêkxiravên Civakî yên Kurdistanê!
Em wekî Yêkîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê û hejmarek ji Rêkxiravên Medenî yên Kurdistana Îranê, dadgahîkirin û sepandina cezaya 5 sal girtîgehê bi ser mamostayê zimanê Kurdî “Zara Mihemedî” ku bi sedema fêrkirina zimanê Kurdî li bajarê “Sine”yê de ew ceza bi ser de hatiye sepandin şermizar dikin û herwisa di heman dem de jî daxwaz ji Saziyên Navnetewî û Mafê Mirovî dikin ku sepandina wê cezaya narewa ji aliyê rejîma Îranê ve şermizar bikin, çimkî fêrkirina xwebexşane ya zimanê zikmakî bo her neteweyekê di yasayên navnetewî de ne bi tenê tawan nîne belku karek rewa bo handan û geşe dan bi zimanê zikmakî ye.
Em bi hemû awayekê piştevanê “Zara Mihemedî”ne û sepandina wê cezayê ji aliyê rejîma Îranê ve bi ser mamostayê zimanê Kurdî şermizar dikin û daxwaz dikin, tev mamostayên debistan û zanîngehan û herwisa çalakvanên medenî yên Kurdistanê di vê derheqê de digel me hevdeng bin û nerizayetiya xwe nîşan bidin.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê
hejmarek ji Rêkxiravên Medenî yên Kurdistana Îranê